Li Qersê rêyên 120 gundî hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê ji ber berf û pûka zêde rêyên 120 gundî hatin girtin.

Pêla berfbarînê çend roj in gelek parêzgehên Bakurê Kurdistanê û bi taybetî parêzgehên Herêma Serhedê dane ber xwe.

Li gorî zanyariyan ji şeva borî ve ji ber berf û pûka zêde li navenda bajarê Qersê û 7 navçeyên wê bi giştî rêyên 120 gund û mezrayî hatine girtin.

Li navenda Qersê rêya 13 gund û taxan, li navçeya Qaxizmanê rêya 40 gundî, li navçeya Qamûşanê rêya 17 gundan,  li navçeya Zarûşadê rêyên 19 gundan, li navçeya Selîmê rêyên 6 gundan, li navçeya Cilawûzê rêyên 10 gundî, li navçeya Têkorê rêyên 9 gundan û li navçeya Şûregelê jî rêyên 6 gundan hatine girtin.

Hat ragihandin ku tîman ji bo vekirina rêyên wan gundan dest bi xebatan kirine lê ji ber bandorên xirab ên keş û hewayê astengî li ber kar û xebatên wan çêdibin.