Karsazê Mêrdînî rastî êrişa çekdarî hat

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bakirkoyê ya Stenbolê di çalakiya "Rojên Danasîna Mêrdînê" de bi çekê êrişî karsazê Mêrdînî Nedîm Kaya hat kirin û di encam de Kaya birîndar bû.

Federasyona Komeleyên Mêrdînê li Stenbolê doh li qada fuarê ya Balafirxaneya Ataturkê "Rojên Danasîna Mêrdînê" organîze kiribû û karsaz Nedîm Kaya jî beşdar bûbû.

Li wê derê kesekî ku nasnameya wî nehatiye diyarkirin bi çekê êrişî Nedîm Kaya kir û ji çong û paniya xwe birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê Kaya rakir nexweşxaneyê û li gorî zanyariyan rewşa wî baş e.

Li ser agahdarkirinê polîs çûn cihê bûyerê û heta niha kesê êriş kiriye nehatiye desteserkirin.