RAPIRSÎ - Eger Başak Demîrtaş bibe berbijêra Stenbolê kî bi ser dikeve?

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî Kompanya Lêkolînê ya HBSyê, eger Başak Demîrtaş ji DEM Partiyê bibe berbijêra Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê wê demê berbijêrê Hevpeymaniya Cumhurê Murat Kurum bi ser dikeve.

Kompanya Lêkolînê HBSyê encamên rapirsiya “Eger Başak Demirtaş bibe berbijêrê şaredariya Stenbolê” eşkere kirin.

Li gorî rapirsiyê berbijêrê Hevpeymaniya Cumhurê Murat Kurum bi 1.10 puanan li pêş berbijêrê CHPê Ekrem Îmamoglu ye.

Herwiha di hilbijartinên xwecihî yên 2019an de berbijêrê Hevpeymaniya Cumhurî Bînalî Yildirim ji sedî 48.55ê dengan bi dest xistibûn lê li gorî vê rapirsiyê ev rêje daketiye û rêjeya dengên Murat Kurum ji sedî 43.20 e.

Li gorî rapirsiyê rêjeya dengên berbijêrê CHPyê Ekrem Îmamoglu jî ji sedî 42.10 e ku wî jî di hilbijartinên 2019an de ji sedî 48.80ê dengan bi dest xistibûn.

Her çiqasî bi awayekî fermî serlêdan nekiribe jî lê Başak Demirtaş hefteya borî derbarê  berbijêriya xwe ya şaredariya Stenbolê de glopa kesk pêxistibû.

Li gorî rapirsiyê eger Başak Demîrtaş ji DEM Partiyê bibe berbijêra Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê wê bi rêjeya ji sedî 5.6ê dengan bi dest bixe.

Li gor rapirsiya HBSyê:

"Eger Başak Demirtaş bibe berbijêrê şaredariya Stenbolê"

Hevpeymaniya Cumhur: Murat Kurum ji sedî 43.20

CHP: Ekrem Îmamoglu ji sedî 42.10

DEM Partî: Başak Demirtaş  ji sedî 5.6

ÎYÎ Partî: Ji sedî3.6

Partiyên din: Ji sedî 5.5