Amed hewl dide îsal bi bihayê 50 milyon dolarî cilûbergan hinarde bike

Hewlêr (Rûdaw) - Li Ameda ku di hilberîna pembû ya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de cihekî girîng digire, îsal bi Herêma Pîşesaziya a Tekstîlê hinardeya 50 milyon dolarî ya cil û bergên hazir tê hedefkirin.

Li beşa tekstîlê ya Devera Pîşesazî ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê bi giştî 75 kargehên taybet bi çêkirina cilan hene.

Ji sala 2020an ve karkerên Amedê li 33an ji wan berhemanînê dikin.

Berpirsên bajêr ji bo ku li kargehên mayî jî berhemanîn bê kirin bang li veberhêner û karsazan dikin.

Serokê Odeya Bazirganî ya Amedê Mehmet Kaya got “Em wan veberhênerên ku di dîtîna karmendan de, an jî di dîtina navendên berhemanînê de pirsgirêkan dibînin, vedixwînin Amedê. Em amade ne van kêmasiyên wan dabîn bikin û hemû piştîvaniyekê bidin wan. Tenê bila bên li vê derê berhemanînê bikin û sûdê bighînin hinarde û îstihdama Tirkiye û navçeyê. Amed di vî warî de bûye navendeke girîng.”

Ji dirûtin heta, ûtî û paketkirinê hemû proseyên berhemanîna cilûbergan li van kargehan tên kirin.

Cilûbergên tên berhemanîn bi piranî bo Herêma Kurdistanê, Iraq, Rûsya û Îranê tên hinardekirin.

Pembû jî ku maddeya sereke ye di çêkirina van cilan de bi piranî her yê Amedê bi xwe ye.

Serokê Karsazên Pîşesaziya Cilûbergan a Amedê Mehmet Dalkiran dibêje “Armanca me ew em markayên Amedê ne tenê li navxwe, li hemû qadên navdewletî bibînin û Amedê li Tirkiyê bikin navenda mode û cilûbergan.”

Çiraya vê sektorê roj bi roj li Amedê geştir dibe û xwediyên kargehan asta berhemanîn û hejmara karmendên xwe salane zêde dikin.

Xwediyê Kargehê Harun Kiliç diyar kir “Salane hejmara me ya berhemanînê yek milyon e. Ev ji sedî 50ê kapasîteya me ye. Armanca me ew e em vê hejmarê di nav salekê de bikin 2 milyon. Hejmara karmendên me sala borî 40 kes bû, niha derdora 100 karmendên me hene.”

Amedê sala 2021an bi bihayê 4 milyon û 272 hezar û 89 dolaran cilûberg hinarde kirine. Sala borî hinardeya cilûbergan ji vê parêzgehê bi rêjeya ji sedî 258 bo 15 milyon û 303 hezar dolar zêde bûye. Berpirsên bajêr pêşbînî dikin heta dawiya îsal jî bi bihayê 50 milyon dolar cilûberg ji Amedê bên hinardekirin.