Li Enkawe ya Hewlêrê 2 bira hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Di bûyereke teqekirinê de li Enkawe ya Hewlêrê du kes hatin kuştin, ku li gor zanyariyan birayên hev û pêşmerge ne.

Bûyer êvara duh Çarşemê 27ê Çileya 2021 û di demjimêr 17:30 de li ber avahiya Nexweşxaneya Meryemane ya li bajarokê Enkawe çê bûye.

Peyamnêrê Rûdawê Sîdad Leşkerî ragihand, navê wan du kesên ku di bûyerê de hatine kuştin, Şêrzad Ferhan jidayikbûyê 1988 û Rojgar Ferhan jidayikbûyê sala 1992 bûne.

Li gor zanyariyên Rûdawê, ew herdu kes birayên hev in û bi sedema pirsgirêkek civakî û li gel kesên bikuj dijmindariya wan hebûye.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, otomobîla kesên hatine kuştin, ji corê Totoya Land Cruiser û dije gulle bûye ji ber wê jî dema herdu kes ji otomobîlê daketine gulle li wan hatine reşandin û hatine kuştin.

Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, derdora 25 ta 30 gulleyan li otomobîla wan heru xortan û çend otomobîlên din ên nêzîkî wan ketine.

Piştî bûyerê hêzeke mezin a polîs li cihê bûyerê amade bû û rêkarên taybet bi bûyerê pêk anîn.

Peyamnêrê Rûdawê, Sîdad Leşkerî dibêje, ew her du kesên hatine kuştin, xelkê Enkaweyê nînin û pêşmergeyên yekîneya 46 a fermandeyiya 36ê ne û wiha tê zanîn, ku nexweşekî wan li nexweşxaneyê hebûye.

Berdevkê Polîsê Hewlêrê, Hogir Ezîz ji Rûdawê re got, "piştî ku dengê teqeyan hat bihîstin, tîmên me gihîştine cihê bûyerê" û diyar kir, "du kes bi giranî birîndar bûbûn ku paşê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan."

Berdevkê Polîsê Hewlêrê herwiha got, derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Hogir Ezîz diyar kir, "li gor agahiyên destpêkê di navbera du malbatan de pirsgirêkek civakî û dijminatî hebûye."

Di wan demên dawiyê de, bûyerên teqekirinê li nav bajar û bajarokê Herêma Kurdistanê zêde bûne. Di sala bihorî de 260 haletên kuştin û xwekuştinê li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin, ku bi gotina polîs %90 ji wan bi çek bûn.