HDP: Bila Xartpêt û Meletî weke ‘herêmên karesatê’ bêne ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwest ku herdu bajarên Xarpêt û Melerî yên Bakurê Kurdistanê weke “herêma karesatê” bêne ragihandin û derbarê wê yekê de projeyasayek pêşniyarê parlamentoya Tirkiyê kir.

Serokwekîlê Fraksiyona HDPê li Parlamentoya Tirkiyê û parlamenterê Stenbolê Saruhan Oluç li ser navê partiya xwe, ji bo qerebûkirina ziyanên erdhej û amadekariyên baş ji bo egera her erdehejê were kirin, projeyasayek pêşniyarê parlamentoya Tirkiyê kir û xwest ku herdu bajarên Xarpêt û Melerî weke “herêma karesatê” bêne ragihandin.

HDP pêşniyar dike ku divê bi armanca çareserkirina pirsan û qerebûkirina ziyanan û başkirina binesaziyê amadekariyên baş bêne kirin.

Herwiha HDP dibêje divê rojeva sereke qerebûkirina ziyanan û çareserkirina pirsan be.

Şeva îna borî 24ê Çileyê 2020an li Xarpêta bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 6,8an çêbû ku bandora xwe bi taybet li bajarê Meletiyê û hemû bajarên din ên bakurê Kurdistanê kir. Erdhejê li navçeya Xûxê ya Xarpêtê û beşek ji navçeyên Meletiyê bû sedema ziyanê mezin ên canî û madî.

Li gorî amaran heta niha 41 kesan di erdhejê de canê xwe ji dest dane 45 kes bi saxî ji bin kavilan hatine rizgarkirin û 1607 kes birîndar bûne.