Penaberên Efxanî li Erzînganê di rewşeke pir xirab de dijîn
Erzîngan (Rûdaw) - Beşek ji penaberên Efxanî yên li Tirkiyê, li kampeke panaberan a li parêzgeha Erzîngan a Bakurê Kurdistanê bi cih bûne. Li vê derê 180 welatiyên Efxanî di nav konteyneran de bi cîh bûne. Ew ji tirsa êrîşên Talîbanê ji welatê xwe reviyane, li Îranê nehatine wergirtin, ji neçarî hatine Tirkiyê û piraniya wan nêzîkî pênc salan e ku li vê kampê bi cîh bûne. Lê ji ber sir û sermaya zivistanê, ev penaberên Efxanî di rewşeke gelekî xirab de dijîn.
Penaberê Efxanî, Elî Reza Nezarîn ji Rûdawê re dibîje: “Her çar aliyên mala min qeşa girtiye. Çar meh e min serê xwe neşûştiye. Av ji muslix-zembereyan nayê, ji ber qeşa girtine, du hefte ye min cil û bergên xwe jî neşûştine. Herwiha bin berê min jî qeşa girtiye. Bi rastî gelekî sar e, nizanim çi bikim?”
Mihemed Nayîm Rezayî yek ji wan pebanera ye û dibêje, hevjîna wî li Efxanîstanê di kiryareke xwekujîê de canê xwe ji dest daye. Ew ligel kurê xwe yê yek salî Emîr Ebas Rezayî di nav vê kampê de dijîn. Sobeyeke wan a elektrîkê heye û tenê têlikeke wê kar dike û bi vêna hewl dide zarokê xwe ji sermayê biparêze.
Mihemed Nayîm Rezayî behsa rewşa jiyana xwe dike û dibêje: “Ji Efxanîstanê ligel zarokê xwe yê yek salî hatin û şeş meh e li vê kampê dimînin. Zivistaneke dijwar derbas dikin. Zarokê min şîrxwer e û pereyên min nînin şîr jê re bikirim. Kesekî min nîne çavdêriya zarokê min bike, daku li derve karekî bikim. Daxwazê ji Tirkiyê dikim an nasnameyê bide me yan jî bişîne welatê sêyem. Ligel zarokê xwe di rewşeke xirab de ne.”
Heyva Sor a Tirkiyê alîkariya van penaberan dikem, lê hevkariya wê ne wek pêwîst e. Beşek ji penaberan daxwaz dikin ku parêzgarê vî bajarî û îdareya xwecihî bi hewara wan ve biçin û zêdetir hevkariya wan bikin.
Penabera Efxanî, Perîsa Unat jî dide zanîn: “Heft sal e ligel sê zarokên xwe li vê kampê jiyana xwe derbas dikin. Hevjînê min bi destê Talîbanê hat kuştin, ez jî bo rizgarkirina malbata xwe hatime Tirkiyê. Di demsala zivistanê de ji ber zarokên min diçin dibistanê nikarim kar bikim. Havkariya Rêxistina Meha Sor jî têra me nake.”
Hevjînên piraniya akinciyên vê kampê di şerê navxwe û êrîşên grûpa Talîbanê de hatine kuştin. Cihê niha lê bicîh bûne yan hatine bicîhkirin gelekî xirab e û bi kêrî jiyanê nayê. Zarok û yên bi temen jî ji ber sir û sermayê berdewam nexweş in.