Li Herêma Kurdistanê nêzîkî 100 hezar dengder zêde bûne
Silêmanî (Rûdaw) – Li gorî amarên fermî, li her sê parêzgehên Herêma Kurdistanê nêzîkî 100 hezar dengder bo hilbijartinên meha Nîsanê yên Iraq û Herêma Kurdistanê zêde bûye. Komîsyona Hilbijartinan jî ragihand, ew amar ji wan re pîvan nîne çimkî ew li gorî kopona xwarekê kar dikin.
Meha Nîsana îsal du hilbijartin dê li Iraq û Kurdistanê bên lidarxistin, hilbijartinên encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê û hilbijartinên Parlamentoya Iraqê.
Li gorî amarên fermî, hejmara dengderên Herêma Kurdistanê bo hilbijartinên îsal ên Iraq û Kurdistanê 95 hezar zêde bûye ku li Silêmaniyê 41 hezar, li Hewlêrê 34 hezar û li Dihokê jî 27 hezar kes zêde bûne.
Rayedarên Herêma Kurdistanê hertim dibêjin, Bexda her tiştî bi Herêma Kurdistanê re dike meseleyek siyasî ji ber wê jî serjimêriya Herêma Kurdistanê kêmtir nîşan dide û ew jî dibe sedema kêmbûna kurdiyên kurd li Bexdayê. Lê Wezîrê Bazirganiya Iraqê Xeyrula Hesen ku kurd e, dibêje, rêjeya zêdebûna nifûsê Herêma Kurdistanê li gorî bajarên navîna û başûrê Iraqê nizim e.
Xeyrula Hesen, tîne ziman ku li Herêma Kurdistanê rêjeya zêdebûna nifûsê daketiye asta navincî û malbat zêdetirî 2 yan 3 zarokên wan tine lê malbatên bajarên başûr û navîna Iraqê xwediyê 8 yan 9 zarok in, ji ber ku li wan deverên Iraqê her zilamek ji jinekê zêdetir tîne. Hine zilam 3 yan 4 jinên wan hene û ev jî ber bi zêdebûnê ve diçe.
Hesen behsa sedema kêmbûna zêdejiniyê li Herêma Kurdistanê û kêmbûna nifûsa malbatê dike û dibêje, li deverên başûr û navîna Iraqê saziyên jinan bêdeng in lê li Herêma Kurdistanê saziyên jinan bi tundî li dijî zêdejiniyê disekinin û givaşa siyasî jî çêdikin.
Hejmara kurdiyên Herêma Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê 44 kursî ye, hejmara kurdiyên Herêma Kurdistanê bo encumenên parêzgehan jî 89 kursî ye ku 32 kursî pişka Silêmaniyê ye, 30 kursî yê Hewlêrê û û 27 kursî jî yê Dihokê ye.
Endamê Parlamentoya Iraqê Saman Fewzî, got, me ji komîsyona hilbijartina xwast ji nû ve li amara û hejmara kursiyên Kurdistanê binêre, di dawiyê de me karî ji Hewlêr, Silêmanî û Dihokê re kursiyekê zêde bikin.
Berpirsê komîsyona hilbijartinan a Iraqê li Hewlêrê Hendirên Mihemed jî got, komîsyon li gorî amarên nifûsê kar dikin lê li gorî koponên xwarekê kar dikin.