Şêx Murşid Xeznewî: Divê hêzên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê yekdeng bin
Hewlêr (Rûdaw) - Kesayetiyê olî yê navdar ê Rojavayê Kurdistanê Şêx Murşid Xeznewî got, “Divê hêzên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê yekdeng û yekhelwest bin.”
Şêx Murşid Xeznewî li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya bi dehan kesayetiyên siyasî, rewşenbîrî û welatiyan civîneke berfireh li dar xist û gotarek pêşkêş kir.
Şêx Murşid Xeznewî di gotara xwe de got:
“Kurd zêdetirî her pêkhateyeke din a Sûriyeyê rastî binpêkirina mafan hatiye.”
Şêx Murşid Xeznewî bal kişand ser wê yekê ku divê hêzên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê bi mebesta bidestxistina mafên gelê Kurd li Sûriyeya nû yekhelwêst û yekdeng bin.
Şêx Murşid Xeznewî di axaftina xwe de amaje bi wê yekê kir ku Kurd zêdetirî her pêkhateyeke din a Sûriyeyê rastî cudakarî û binpêkariyên mafên xwe hatiye û got:
“Li Sûriyeyê êrişa li ser ziman û çanda Kurdî heta niha jî berdewam e.”
Şêx Murşid Xeznewî wekî pêwîstiyek anî ziman ku hemû hêzên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê yekhelwest û yekdeng bin da ku karibin bi hev re dawî li cudakariya li dijî gelê Kurd bînin û mafên Kurdan di Sûriyeya nû de bi dest bixin.
Şêx Murşid Xeznewî her wiha da zanîn ku divê hemû hêzên siyasî piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bikin.
Şêx Murşid Xeznewî di axaftina xwe de anî ziman:
“Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi salan e ji bo parastina mafên xwe hewl didin û di vê çarçoveyê de şehîd dane.”
8ê mehê dawî li rejîma Beşar Esed hat û Dr. Murşid Xeznewî jî ji bo yekdengî û yekhelwestiya partiyên siyasî vegeriya Rojavayê Kurdistanê.
Şêx Murşid Xeznewî li Hisîçayê got:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 27, 2024
🔴 Divê hêzên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê yekdeng û yekhelwest bin #Rojava pic.twitter.com/oxTnP9EZvl