HSD: Di êrişa DAIŞê de 2 şervanên me şehîd ketin
Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, “Li Dêrezorê di êrişa DAIŞê de 2 şervanên me şehîd ketin.”
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) diyar kir ku DAIŞ ji rewşa tevlihev sûdê dibîne û wê êrişên xwe zêde kirine
HSDyê li ser êrişên DAIŞê yên li Dêrezorê daxuyaniyek nivîskî weşand û got:
“Ji ber rewşa aloz a li Sûriyeyê û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dîsa ji ber mijûlbûna hêzên me Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi bersivdayîna van êrişan re, rêxistina DAIŞê ya terorîst hewl dide sûdê ji rewşa tevlihev a li Sûriyeyê wergire da ku xwe zindî bike û hêzekê bi dest bixe ku kiryarên terorî pêk bîne.
Di serî de herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hedef ku yên herî ewle û aram in.
Şaneyên girêdayî rêxistina DAIŞê ya terorîst doh êvarî gelek kiryarên terorî pêk anîn.
Li bajarokê Mergeda yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê erebeya Hêzên Dîsîplîna Leşkerî kir armanc.
Di encamê de şervanek şehîd ket.
Li bajarokê Şihêlê jî şaneyên rêxistina terorîst êrişî erebeyeke hêzên me kir ku dewriyeya leşkerî dimeşand.
Di encama vê êrişê de jî şervanekî me şehîd ket.
Şaneyeke din a rêxistina terorê bi guleyên RBGyê li stasyona avê ya li bajarokê Dîbanê jî xist û encamên madî çêbûn.
Ev êriş piştrast dikin ku dewleta Tirk a dagirekr û çeteyên wê çi qasî êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin rîska riska rêxistina DAIŞê jî ew qasî zêde dibe.
Ev jî têkiliyên organîk ên rêxistina terorîst û dagirkeran piştrast dike.”