Nûciwanekî Efrînê piştî hat dersînorkirin li warê xwe bê cih ma
Hewlêr (Rûdaw) - Nûciwanekî ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, piştî ku li Tirkiyê tê dersînorkirin vedigere bajarê xwe lê bê cih dimîne.
Nûcivanê bi navê Arif Şukrî Silêman yê 15 Arif 15 salî, tevî malbata xwe ji ber şer ji Efrînê koçberî Tirkiyê dibe, li Istanbulê bi cî dibe, berî 10 rojan Tirkiyê wî ji malbata wî cuda dike û dersînor dike.
Tirkiye Arif Şukrî Silêman dişîne Rojavayê Kurdistanê û ew jî diçe mala xwe li Efrînê, li taxa Zêdiyê lê dibîne ku malbateke xerîb di mala wan de ne, wî diqewitînin.
Arif Şukrî Silêman ev 10 roj in bê cih maye û li ser cadeyê li Dewara Newroz perîşan bûye.
Ji destpêka êrîşa Tirkiyê ve, li ser Herêma Efrînê û dagîrkirina wê herêmê ve li ser destê çekdaran û Erebên hawirdekirî gelek zehmetiyan dibînin û zilmeke mezin li Kurdên resen ên herêmê dibe, bêyî ku ti aliyekî navdewletî rêgiriyê li ber wan binpêkariyan bike.