Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw serdana Urmiyê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw roja Yekşemê 26ê Kanûnê bi serokatiya şandekê gihîşte bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê û ji aliyê Parêzgarê Urmiyê, Mihemed Sadiq Muitemidiyan ve hate pêşwazîkirin.
Di civînekê de, Omêd Xoşnaw û Muitemidiyan pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Îranê de nirxnadin û têkez li ser pêşvebirina pêwdendiyên Urmiye û Hewlêrê kirin.
Ajansa Fermî ya hikûmeta Îranê belav kiriye ku Omêd Xoşnaw û Mihemed Sadiq Muitemidiyan tekezî li ser çareserkirina asteniyên li ber bazirganniya di navbera parêzgehên Urmiye û Hewlêrê de kirine.
Herwiha parêzgarên Hewlêr û Urmiyê hêvî xwestine ku hevbeşiya aborî û kultûrî di navbera herdu aliyan de zêdetir pêş bikeve.