Li Sêrtê 16 bizin hatin rizgarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê 16 bizinên ku di zinarekî de asê mabûn ji aliyê tîmên AFADê ve hatin rizgarkirin.

Li gor zanyariyan li navçeya Dihê 2 û li navçeya Hawêla Sêrtê jî 14 bizin di zinar de asê man. Destpêkê şivanên bizinan bi xwe hewl didin wan rizgar bikin, lê piştî nikarîn alîkariyê ji Tîmên Rêveberiya Rewşên Bilez û Karesatan (AFAD) xwestin.

Li ser vê yekê tîmên AFADê diçin cihê bûyeran û 16 bizinên ku li wan herdu navçeyan asê mabûn bi rêya werîsan rizgar kirin.

Tîman bizinên ku rizgar kirin radestî xwediyên wan kirin.