Koçeran li Rihayê konên xwe vedan
Navenda Nûçeyan - Malbatên koçer ên salê donzdeh meh bi xwedîkirina pez re eleqedar in heta derkevin biharê konê xwe li Rihayê vedan.
Koçer mehên havînê ji ber mêrg û hêşînahiyê keriyên pez û dewarên xwe dibin zozanên li bajarên Erzerom, Wan, Xarpêt û Mûşê û dema dinya sar dibe jî vedigerin Rihaya ku germtir e.
Malbatên koçer li herêmên curbecur ên bajêr ji xwe re kon vegirtine dê mehên bijharê tê tên di wan konan de jiyana derbas bikin. Jiyana koçberî ji perwerdehiyê bigir heta tenduristî, ji wê bigir heta teknolojî û jiyana civakî bi xwe re dibe sedema ji gelek tiştan mehrûm mayînê.
Xwediyên keriyên pezan û dewaran ku bi sedan serî heywan xwedî dikin temenê xwe bi şivanî û gavantiyê re derbas dikin.
Di mehên payîzê de bi saya barana xweş barî merg û çîmen hêşîn bûn û rûyê koçeran bi xêra vê hêşînahiyê dikene, ew hêvî dikin ku îsal ji bo wan bi xêr û bereket be.