14 karmendên tenduristiyê yên Cizîrê hatin beraetkirin
Navenda Nûçeyan – Li navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê 14 karmendên tenduristiyê yên di heyama qedexeya derketina kolan de ku derbarê wan de doz hatibû vekirin hatin beraetkirin.
Li navçeya Cizîrê di heyama qedexeya derketina kolanan de 14 karmendên tenduristiyê ji ber ku xwestin korîdora alîkariyê bê vekirin û bi ambulansê alîkarî bibin ji birîndaran derbarê wan de dozger bi îdîaya “endam rêxistinê" û "propaganda rêxistinê kiriye" doz vekiribû.
Duyemîn danişîna dozê duh Çarşemê (26.12.2018) li 3yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat dîtin.
Karmendên karmendên tenduristiyê di îfadeya xwe de xwe parastin û ew îdiyan derbarê wan de dihatin kirin jî red kirin û beraeta xwe xwestin.
Piştî îfadeyê dozger jî raya xwe diyar kir û got ku ti delîlên berçav û tawanên bi qestî nîne û xwest her 14 karmendên tenduristiyê bêne azadkirin.
Lijneya dadgehê piştre derbarê 14 karmendên tenduristiyê de biryara beraetê da.