Kosret Resûl: Kurdistana serbixwe ne xewn e - Em Lozanek din dixwazin

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Yekemê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî ragihand: “Kurdisteneke serbixwe ne xewn e, ez kurdistaneke rasteqîn dibînim ku îtîrafê bi mafê hemû kêmîneyan de dike.”

 

Rojnameya Corriere Della Sera ya Îtalyayê hevpeyvînek bi Cîgirê Yekemê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK), Kosret Resûl Elî re saz belav kiriye.

 

Kosret Resûl di vê hevpeyvînê de behsa rewşa Kurdistanê û mijara serxwebûna Kurdistanê kiriye û amaje bi wê yekê kiriye, ku ji bo wî dewleta Kurdistanê ne xewn e, belku rastiyek e.

 

Kosret Resûl derbarê rewşa niha ya Kurdistanê de jî diaxeive û behsa wê yekê dike, ku Kurdistan nikare bi vê rewşa niha berdewam be û dibêje: “Em hêj li ser peymana Lozanê ya sala 1923an sekinîne. Milletê me hat dabeşkirin, me pêwîstî bi Lozaneke nû heye bo berhemanîna azadiyê li hemû deverê.”

 

Kosret Resûl tekez dike, ku dewleta Kurdistanê xewn nîne û wiha berdewam dike:

 

“Hebûna kurdistaneke serbixwe ji min re ne xewn e. Ez kurdistaneke rasteqîn dibînim, ku tê de îtiraf bi mafên hemû kêmîneyan dike.”

 

Pêştir di salên bihorî de, Sekreterê Giştî yê YNKê, Celal Talebanî ragihandibû, ku ji ber rewşa li Rojhilata Navîn û coxrafiyaya Kurdistanê, serxwebûna Kurdistanê û damezrandina dewleta Kurdistanê gelek zehmet e û gotibû, serxwebûna Kurdistanê xeyala şaîran e.

 

Cîgirê Yekemê Sekreterê Giştî yê YNKê di berdewamiya wê hevpeyvînê de amaje bi şerê Mûsilê jî dike û wiha dide xuyakirin: “Piştî tevavbûna şeêr Mûsilê, yekem pêngav dê peymaneke di navbera partiyên kurdî de be, ji bo rêxistina hemû Hêza Pêşmerge di bin desthilata fermandeyiyeke yekgirtî de ku em hêvîdarim bi çekên nû yên ewropî were çekdarkirin.”

 

Kosret Resûl derbarê şerê Pêşmerge li dijî DAIŞê jî axivî û got, şerê Hêza Pêşmerge li dijî DAIŞê, tenê bo Kurd nîne, belku bo welatên Ewropayê jî ye.

 

Resûl dibêje, ew di wê baweriyê de ye ku şerê li dijî DAIŞê dê demek dirêj berdewam be û tekez dike: “Em hêdî hêdî pêngavan davêjin, çimku em naxwazin qurbanî û kuştiyên me zêde bin û herwiha xelkê sivîl jî bibin qurbanî.”

 

Cîgirê Yekemê Celal Talebanî helwesta xwe li ser rewşa Tirkiyê û herwiha têkoşîna gelê Kurd li wê parçeyê Kurdistanê jî tîne ziman û dibêje: “Em li gel xebata çekdarî ya PKKê nînin. Em nabêjin, em beşek nînin ji bergiriyê. Li Tirkiyê Serok Demîrtaş (rêberê kurdên Bakur û bi hezaran kesên opozisyon) xistine zîndanê. Bi her awayî be, em bi gotûbêjan re ne. Em daxwaz li Tirkiyê dikin, ku li ser maseya gotûbêjan rûnin û îtîrafê bi mafên rewa yên gelê me bikin.”