SILÊMANÎ - Otomobîlek ket dikanekê: 3 kesên ji Rojavayê Kurdistanê mirin
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê di qezayeke trafîkê de 3 kesên ji Rojavayê Kurdistanê mirin.
Birêvebirê Asayîşa Silêmaniyê Saman Nadir ji Rûdawê re ragihand:
“Li taxa Îbrahîm Ehmedê ya Silêmaniyê otomobîlek ji kontrolê derketiye û li dikanekê qelibiye.
3 kesan canê xwe ji dest daye.”
Li gorî agahiyên Rûdawê, otomobîla ku 3 rêwî tê de bûne ji aliyê din ê rê hatiye û li dikanê qelibiye.
Nûçegihanê Rûdawê Pêşewa Bextyar ragihand:
“Hemû rêwiyên di otomobîlê de ji Rojavayê Kurdistanê ne.”
Şahidekî qezayê li ser bûyerê got:
“Ev dikana birayê min e. Frênên otomobîlê teqiyane û her sê rêwî jî mirine.
Diyar e ji ser kar vedigeriyane.”
Wî şahidî her wiha anî ziman:
“Kontrola trafîkê nîşan da ku saeta wesayîtê di 140 kîlometreyî de rawestiyaye û xuya ye ku gelekî bi lez ajotiye.”