Li 14 parêzgehan dibistan hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li 14 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber berf û pûkê îro dibistan hatin girtin.

Li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 3 roj in berf û şilî berdewam dikee û jiyana rojane ya xelkê zehmettir bûye.

Ji berf û pûkê îro (27ê Çiriya Paşîn) li hinek navend û navçeyên parêzgehên Erzirom, Bêdlîs, Çewlîg, Erzingan, Sêwaz, Colemêrg û Êlih ên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Ordu, Qeyserî, Bayburt, Artvîn, Gîresun, Çorum û Aksaray ên Tirkiyeyê dibistan hatin girtin.

Ji ber berf û pûkê li tevahiya navçeyên Azord, Qela Tortum, Tatos, Hesenkeleh, Gogsî, Oltisî, Îd, Qotarîsê dibistan hatin girtin û li navçeyên Xorasan, Çad û Eşqela Gexiyê yên Erziromê dibistanên perwerdeya bi veguhastinê tê kirin hatin girtin.

Karmendên hikumî yên du canî û karmendên astengdar dê neçin kar

Li 8 navçeyên ku dibistan bi temamî hatin girtin karmendên hikumî yên du canî û karmendên astengdar wekî mohlet hatin qebûlkirin û dê îro neçin ser kar.

Li navenda parêzgeha Bedlîsê û navçeyên Tetwan, Norşîn û Motkiyê ji ber berf û sermayê dibistan rojekê hatin girtin.

Li navçeya Qabilcewzê ya Êlihê jî ji ber barîna berfê dibistan îro hatin girtin.

Li navenda parêzgeha Çewligê û navçeya Bongilanê dibistanên bi sîstema veguhastinê perwerdeyê didin û li navçeyên Azarpêrt, Dara Hênê, Gêxî û Çêrmeyî jî hemû dibistan ji ber berf û sermayê hatin girtin.

Li navenda parêzgeha Erzinganê û gundên wê ji ber şertên xirab ên hewayê hemû dibistan hatin girtin.

Li parêzgehên Sêwaz û Colemêrgê jî îro çarşemê hemû dibistan hatin girtin û karmendên hikumî yên du canî û karmendên xwedî pêdiviyên taybet wekî mohlet hatin qebûlkirin û dê îro neçin ser kar.

Li bajarên Tirkiyeyê jî li 7 navçeyên Orduyê, li tevahiya parêzgehê Qeyserî, Çorum, Artvîn, Gîresun û Bayburtê rojekê û li parêzgeha Aksarayê jî 2 rojan dibistan hatin girtin.