Li Bedlîsê erdhej çêbû
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4,3 pileyan erdhejek çêbû.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li parêzgeha Bedlîsê erdhej çêbû.
Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 05:50yê çêbûye û hêza wê 4,6 pile bûye.
AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 8,71 kîlometre bûye.
Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.