KERKÛK – Aloziya cotkarên Kurd û Erebên hawirde: Leşkeran bi ser gund de girt

Hewlêr (Rûdaw) – Li gundê Mensûrê yê li hêrêma Heftexarê ya navçeya Daqûqê ya Kerkûkê di navbera cotkarên Kurd û Erebên hawirde de alozî derket.

Artêşa Îraqê çû cihê aloziyê, 5 cotkarên Kurd hatin desteserkirin û artêş li gundê Mensûrê bi cih bû.

“Erebên hawirde bi ser me de girt”

Cotkarên Kurd wiha behsa wan kêliyan kir:

“Dema me zeviyên xwe diajotin hinek Erebên hawirde bi ser me de girt û wan xwest em ji nav zeviyên xwe herin. Piştî vê di navbera me de aloziyekê rû da.”

“Artêşa Îraqê pişta Erebên hawirde girtiye”

Alîkarê Teşkîlata Hemrînê ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mela Hesen Germiyanî, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Erebên hawirde êrişî cotkarên Heftexarê kiriye, cotkarên Heftexarê tenê xwe parastiye.

Ji dêlva ku artêşa Îraqê bibe navbeynkar wê pişta Erebên hawirde girtiye û tewr leşkeran bêrêzî li coktkarên Kurd kiriye û li wan xistiye. 5 cotkarên me jî hatine destserkirin.

Heftexar 15 kîlometrayan dûrî Kerkûkê ye û herêmeke berfireh a cotkariyê ye.

Artêşa Îraqê piştî êrişa 16ê Çiriya Pêşîna 2017an li Kerkûkê bi cih bû.

Piştî vê, Erebên hawirde yên ku vegeriyabûn cihên xwe yên berê dîsa li Kerkûkê vegeriyan.

Erebên hawirde gelek caran bi hinceta ku zevî yên wan in êrişî cotkarên Kurd dikin û artêşa Îraqê jî pişta wan digire.

Li gorî Madeya 140î ya Destûra Îraqê, divê Erebên hawirde vegerin cihên xwe yên berê lê heta niha jî Îraqê ev yek pêk neaniye.