Sînan Çiftyurek: Ne çekê, rêya çareseriyê nîşanî me bidin

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê HEDEPê û Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çiftyurek li Amedê rûbirûyî gefa çekdarî ya kesekî bû.

Parlemanterê HEDEPê yê Wanê Sînan Çiftyurek beriya 10 rojan ragihandibû ku ew rastî gefa kuştinê hatiye.

Sînan Çiftyurek îro çû serdozgeriya Amedê û gilînameyek li ser wê bûyerê tomar kir.

Derbarê vê mijarê de Sînan Çirfyurek ji Rûdawê re axivî.

Sînan Çiftyurek diyar kir ku ji bo girtin û eşkerekirina nasnameya kesê ku gef lê xwariye, wî serî Serdozgeriya Komarê ya Amedê da.

Çiftyurek da zanîn, dema ku li kolaneke Amedê bi rê ve diçû, kesekî xwe avêtiye pêşiya wî û êlekê xwe daye alî û demançeya xwe nîşanî wî daye.

Çiftyurek ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Amedê Maşallah Dekak re behsa bûyera kir û got:

“Di dema bûyerê de, ez li Kolana Akkoyunlu ya li pişt Ofîs Marketê dimeşiyam. Hevalê min jî li pêşiya min dimeşiya.

Di wê demê de kesek hat pêşiya min, çeketê xwe vekir û çeka xwe nîşanê min da. Em bi vî rengî 3 – 4 çirkeyan li pêşberî hev man. Em neaxivîn.

Min banî hevalê xwe kir û min jê re behs rewşê kir. Jixwe di navbera çend çirkeyan de bûyer qewimî.

Ev kes li ber me re derbas bû û çû. Ez û hevalê xwe jî em li otomobîla xwe siwar bûn.”

“Em dixwazin bûyer eşkere bibe”

Çiftyurek diyar ku wan beriya serlêdana dozgeriyê, parlemnto ji rewşê agahdar kiriye û got:

“Me bang li Rêveberiya Polîsan a Amedê û Walitiyê kir. Me xwest ku nasnameya gumanbar eşkere bibe û ew kes were cezakirin.

Me got, eger ew bixwazin dikarin eşkere bikin. Li wê kolanê kamera hene. Kesî bersiva banga me neda.

Niha jî em dixwazin lêpirsînê bidin destpêkirin û bûyer bê lêkolîn.”

“Em dê pirsa Kurd li parlamentoyê çareser bikin”

Çiftyurek di axaftina xwe de eşkere kir ku ew natirsin û wiha berdewam kir:

“Eger îstîxbarat, polîs û hêzên ewlehiyê yên Amedê vê bûyerê ronî nekin dê di bin tohmetê de bimînin.

Em natirsin. Jixwe ev metirsî ji bo hemû siyasetmedaran heye. Êrişên çekdarî heya niha çi çareser kir?

Ji roja ku hatime hilbijartin heta niha ez jî wekî wekîlên din ên HEDEPê, pirsgirêka Kurdan dikim rojeva parlamentoyê.

Hinek kes ji vê yekê aciz bûn û gef li me dixwin. Bangawaziya me ev e, 100 sal in hûn li qadroyên Kurd dixin.

We çi çareser kir? Çekên xwe nîşa me nedin, rêya çareseriyê nîşa me bidin. Rêya çareseriyê kû der e?

Em parlamentoyê nîşan didin. Em dê mijara Kurdan, pirsgirêka Kurdan li parlamentoyê çareser bikin.”