Du xwişkan bi destên hev girt û xwe avêt Çemê Dîcleyê

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê du xwişkan bi destê hev girt û xwe avêt Çemê Dîcleyê. Yek hat rizgarkirin, ya din jî winda ye.

Li gorî agahiyên berdest, li navçeya Cizîrê ya Şrinexê du xwişkên ku navê wan nehatiyê zanîn, li qerexa Parka Birca Belekê xwe avêt Çemê Dîcleyê.

Li ser agahdarkirina xelkê derdorê, tîmên agirkuj û tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Bi alîkariya xelkê û ekîban keça 16 salî hat rizgarkirin lê xwişka din li ber avê re çû û winda bû.

Tîmên tenduristiyê keça ku ji avê hat derxistin bir Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

Ji bo dîtina xwişka din xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam in.