Li Sêwazê bûyera trafîkê: Mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Norxanê ya Sêwaza Bakurê Kurdistanê otobusa rêwiyan li barhilgireke parkkirî da.

Bûyer îro li navçeya Norxanê ya Sêwazê li nêzîkî sînorê bajarê Yozgatê yê Tirkiyeyê rû da.

Li ser agahdarkirinê, gelek ambûlans çûn cihê bûyerê.

Di bûyerê de şofêrê yedek ê otobusê Ali Riza Çiçek canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.