Du zarok li Serdeştê bi guleyên hêzên Îranê birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Supaya Pasdaran li bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê li xaleke pişkinînê teqe li du zarokên Kurd kirin û di encamê de her du zarok birîndar bûne. Li gor zanyariyan, her du zarokên birîndar bira ne û ji tirsa ji aliyê Supaya Pasdaran ve neyên girtin, derengê şevê ew rakirine nexweşxaneya bajarê Mihabadê û tendirustiya zarokekî nebaş e.

Li gor zanyariyan, êvara roja înê 25ê Mijdara 2022an du bira bi otomobîla xwe di xaleke demkî ya pişkinînê ya Supaya Pasdaran re li sêrêyana Mela Şêx derbas bûne, lê nesekinîne û hêzên Supaya Pasdaran jî teqe li wan kirine û di encam de her du kes birîndar bûne.

Hatiye ragihandin, birayê mezin ku şofêr bûye, navê wî Ferzad û 11 salî ye û gule li serê wî ketiye. Birayê din jî 3 salan ji Ferzad biçûktir e û 8 salî ye, lê navî wî nehatiye ragihandin.

Li gor agahiyan, her du zarok xwendekar in.

Her du birayan xwestine serdana baxê malbata xwe li nêzîk bajarokê Rebetê yê ser bi Serdeştê ve bikin.

Li gor pişkinîna CT Scan ku ji bo serê Ferzad hatiye kirin, serê wî şikestiye û saçmeyek di serê wî de maye.

Ji dema destpêkirina xwepêşandanên nerazîbûnê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve, rewşa bajarê Serdeştê bi temamî emnî ye û Supaya Pasdaran li şeş cihan, wate li hemû rêyên sereke yên bajêr xalên pişkinînê danîne. Hêzên Supaya Pasdaran li wan xalên pişkinînê, hemû otomobîl û xelkê ku diçin bajêr an ji bajêr derdikevin teftîşn dikin û guman li her kesekî bikin, pişkinînê bo mobayl û lapotopên wan jî dikin.

Li hember rewşa tund a emnî ya li bajêr, roja Şembiyê 26ê Mijdara 2022an hejmarek mamosteyên olî yên Serdeşt û Rebetê daxuyaniyeke hevbeş dan û tevgerên Komara Îslamî rexne kirin û gotin, Komara Îslamî ya Îranê bi “nîşandana otomobîlên leşkerî, êrîşkirina ser mal û otomobîlên xelkê, nimayişa tirsandinê li bajarê Kurdistanê” dike.

Tundkirina rewşa emnî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê di demekê de ye, ku xwepêşandanên piştî kuştina Jîna Emînî li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê derbasî heftiya 11an bûye.