Îran razî nebûye Deriyê Sînor ê Pişte bibe deriyekî navdewletî

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Nehyeya Bemo ragihand ku ji bo Deriyê Sînor ê Pişte bibe deriyekî navdewletî hemû kar û bar temam bûne, merc hatine cîbicîhkirin lê heta niha şanda hikûmeta Iraqê serdana wî deriyê sînor nekiriye.

 

Rêveberê Nehyeya Bemo Adil Mela Salih ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku ji bo Deriyê Sînor ê Pişte bibe deriyekî navdewletî hemû kar û bar bidawî bûne, merc hatine cîbicîkirin û got: "Hemû fermangeh ji Sertek bo Pişte hatine veguhestin, me ji Îranê elektrîk bo deriyê sînor kişandiye û ti hincetek nemaye şanda hikûmeta Iraqê dubare serdana deriyê sînor neke ku berê bi hinceta Çileyê Îmam Hûsên paş xistibûn."

 

Rêveberê Nehyeya Bemo amaje bi wê yekê jî da ku hikûmeta Iraqê biryar daye Deriyê Sînor ê Pişte bibe deriyekî navdewletî, nivîsa fermî ji Îranê re şandiye lê heta niha Îranê bersiva wê nivîsê nedaye.

 

Nêzîkî 25 sal e deriyê Pişte di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de vekirî ye û hemû kelûpelên avahîsazî û elektrîkê ji wir têne hawirdekirin.