Asayişa Herêma Kurdistanê: Terorîstek li balafirgeha Silêmaniyê hat girtin

 

 

Hewlêr (Rûdaw)- Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê aşkere kir ku “terorîstek” li balafirgeha navdewletî ya Silêmaniyê hat girtin.

Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê got “Şeva 18/19ê mijdarê di geşta di navbera Stanbol-Silêmaniyê de li balafrigeha navdewletî ya Silêmaniyê kesekî Kurd bi navê S.H.F hat girtin”.

Li gor daxuyaniyê, ew kes ser bi grûpeke selefî ya “terorîstî” li Sûriyê ye bi navê “Usbet el-Muhacirîn û el-Ensar” û li ser biryara dadwerê lêkolînê hatiye girtin.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye diyarkirin: “Wî kesî li ber dadwerê lêkolînê li wê yekê mukir hat ku ew girêdayî grûpa Usbet el-Muhacirîn û el-Ensar bû ku yek ji grûpên cîhadî yên selefî li nav Sûriyê ye û beşdariya şerê li Sûriyê kiriye. Ew di rêya deriyê Îbrahîm Xelîl re çûye Tirkiyê û piştre ji bo “cîhadê” derbasî Sûriyê bûye”.

Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê aşkere kir ku çend kesên din li cem wan girtî ne ku ew jî çûbûne Sûriyê û li wir tevlî grûpên “terorîstî” bûn û got “Herwiha kesên ku xortan tûj dikin ji bo ku ji bo cîhadê biçin Sûriyê bi fermana dadwer hatine girtin û lêkolîn digel wan tê kirin”.