KILÎS – Jineke ji Rojavayê Kurdistanê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta “endamtiya YPGyê” jineke ji Rojavayê Kurdistanê hat girtin.

Tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Kilîsê bi serpereştiya Serdozgeriya Komarê ya Kilîsê, bi hinceta “endamtiya YPGyê” jina bi navê F.B. ya ji Rojavayê Kurdistanê desteser kir.

Hezên ewlehiyê yên Tirkiyeyê, piştî karên îfadewergirtinê yên li Fermandariya Cendirmeyan a Kilîsê, F.B. şand Dadgeha Kilîsê.

Dadegehê biryara girtina F.B.yê da û ew şand girtîgehê.

Ji aliyê din ve, Serdozgeriya Komarê ya Kilîsê, bi hinceta ku “endamên YPGyê” ne derbarê 10 kesan de biryara desteserkirinê da.