Li Çewlig û Dîlokê qeza: 4 kesan canê xwe ji dest dan

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgehên Çewlig û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê du bûyerên Trafîkê pêk hatin û di encama herdu qezayan de bi giştî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li navçeya Bongilanê ser bi parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek ji rê derket û wergeriya. Di encam de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li devera gundê Serbanê ya ser bi navçeya Bongilanê otomobîlek ji kontrola şofêr derketiye û qulibiye û 3 kesan li cihê bûyerê canê xwe ji dest dane.

Li gor agahiyan her sê kesên birîndar jî bo Nexweşxaneya Dewletê ya Bongilanê hatine veguhestin.

Li Dîlokê bûyera trafîkê: Xwendekara 15 salî canê xwe ji dest da

Herwiha Li navçeya Alebanê (Şehitkamil) ser bi parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, mînîbusê li xwendekareke 15 salî da û di encamê de xwendekarê canê xwe ji dest da.

Li navçeya Şehitkamilê li ser rêya Dîlok-Semsûrê mînîbusê di dema çûna dibistanê de li Emine Cehan a xwendekara 15 salî da. Li ser agahdarkirinê Emine Cehan, ji aliyê tîmên tendirustiyê bo nexweşxaneyeke taybet hat veguhestin.

Emine Cehan, teve midaxeleya li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.