Li Sêwazê agir bi malekê ket: Jin û mêr mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dîwrîgê ya parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê agir bi malekê ket.

Jin û mêr di nav agir de man û wan canê xwe ji dest da.

Li gundê Yuvayê yê navçeya Dîwrîgê ji ber sedemeke nediyar agir bi malekê ket.

Gundiyên agir dît û tîmên pêwendîdar ji rewşê agahdar kirin.

Li ser agadarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên parastina sivîlan û cendirme çûn cihê bûyerê.

Agir ji aliyê tîmên agirvemirandinê ve hat vemirandin lê di encamê de Ahmet Gozubuyukê 77 salî û hevjîna wî Çîçek Gozubuyuka 75 salî canê xwe ji dest da.

Tîman termê her du hevjînan veguhestin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Dîwrîgê.