Dîlok: Derbarê dîtîna termekê di nav sarincê de 2 kes hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şahînbeg a ser bi parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanêve têkildarî dîtîna termê zarokek keç di nav sarincê de 2 kes hatibn girtin.

Duh 26ê Îlona 2022ê di encama lêgerînên hêzên ewlekariyê li navnîşaneke li navçeya Şahînbeg a Dîlokê termê zarokek keç 3 salî di nav sarincekê de hatibû dîtin û termê wê bo pizîşkiya dadî ya Dîlokê hatibû rakirin.

Serdozgeriya Komarî ya Dîlokê piştî dîtîna termê wê zaroka 3 salî li navçeyê têkildarî bûyerê  lêkolîn dan destpêkirin.

Di encama lêkolîna Serdozgeriya Komarî ya Dîlokê de 3 kesên bi navên K.A, M.A. û M.T îro 27ê Îlona 2022ê hatin destserkirin.

Li gor zanyariyan ji wan kesên destserkirî . M.A. û  M.T her îro piştî temambûna karûbarên yasayî ji aliyê dadgeha Dîlokê ve hatine girtin.

Dapîra wê zarokê Sevim Erbay li ber deriyê Pizîşkiya Dadî ya Dîlokê nerazîbûn nîşan da û ragihand ku neviya wê bi îşkenceyê hatiye kuştin.

Sevim Erbay dapîra Zaroka 3 salî got “Hemû laşê wê reş û şîn bûye. Tu dibêjî qey ne laşê mirovan e. Rengê laşê mirovan li ser laşê wê diyar nabe. Eger hûn bibînin, ev dê cîhanê bişewitîne. Îşkenceyeke bi vî awayî li dijî zarokan nehatiye dîtin. Werin û bibînin. Xwezî we dîtiba.”