Li Bakurê Kurdistanê metirsiya kêmbûna avê
Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber germbûna gerdûnî û hişkesalîyê li giştî Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê li bendav, çem û golan asta avê daketiyê asteke metirsîdar.Yek ji cîhên ku ji bêaviyê asta avê lê kêmbûye jî Gola Wanê ye.
Gola ku weke tejar a girtîye cîh cîhan zêdetirî du kîlometreyan av vekişiyaye û ji ber nebûna baranê ekosîstem a devdorên golê ketîye rewşek metirsîdar. Gelek cûre balindeyên ku li peravê golê diman, ji ber vekişîna avê qeraxê golê terikandine. Heke ku baran nebare hişkesalî berdewam be, li gelek bendav û çeman av dê hîç nemîne.
Dorhêla Gola Wanê 430 kîlometre ye û li dev û dorên golê zêdetirî 3 milyon mirov dijîn. Ji xeynî hişkesaliyê qirêjbûn jî ji bo pêşeroja ekosîstema golê di astek gelek gelek metirsîdar de ye.
Ji ber nebarîna baranê li Gola Wanê cîh cîhan zêdetirî du kîlometreyan av vekişiyaye, gorê sedan sal berê derketine rû erdê, hestîyên mirîyan ji axê bijîqîne. Ji bê aviyê erd qelişî ye û balindeyên cûr be cûr peravê golê terikandine çûne û bermahîyên dîrokî tezî û rût mane.
Hişkesaliyê wisa kiriye çem û çevkanîyên ku tejara golê xwe jê xwedîke miçiqînê û rewşek metirsîdar û nedîtî ya bi vî şiklî derketîyê berçevan.
Endamê Komeleya Jîngehparêziyê yê ÇEVDERê Zeynal Abidîn Çelebî dibêje “Sedemeke herî girîng jî ew e ku li ser çemên ku Gola Wanê xwe pê xwedîke çênd bendav û santralên hîdrolîk yên elektrîkê çêkirine. Em dixwazin ku rayedar ji bo dora Gola Wanê polîtîkayên baş ava bikin lewra 3 milyon mirov li dora Gola Wanê dijîn. Yanî cîhek biçûk nîn e. Divê evder were parastin. Divê ji bo parastina derdorên golê, hundurê golê û golê polîtîkayên baş bên kirin.”
Bendava Zernekê ya ku l ili navçeya Payîzavaya bi ser parêzgeriya Wanê û li ser çemê Xoşefê di navbera salên 1980 û 1988an de ji bo avdanî û enerjîyê hatiyê lêkirin. Ji ber kêmbûna asta avê şêlû û qirêj bûye qefesên mesîvana di bin metirsiya rûniştina ser axê de ne.
Masîvan Alî Demîr got “Ev heyşt sal in ez li vir vî karî dikim. Min tiştek awha nedîtibû.Texmînî 22-23 mêtro asta avê daketîye. Ku waha here ji bo sala pêşî rewş ne baş e.”
Mesîvan Haydar Demîr dibêje “Ji mesîvaniyê jî em bêjin ku me dahatek baş bidestxisti be na me hê hilberîn nekiriye. Wekî din jî zeviyên gundî û cîranan tev hişk bûne.”
Li gor pisporan eger polîtîkayên avê û çandiniyê neyên guhertin germbûna gerdûnî û hişkesalî dê bi hev re jîyana giştî jîndeyan tûşî rewşên hêj xirabtir bikin.