Ji bo nexweşên kronîk pêşniyara derziya nexweşiyên sermayê

Navenda Nûçeyan – Pisporê Nexweşiyên Enfeksiyonê yê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gulhaneyê ji bo nexweşên kronîk pêşniyar kir ku di meha cotmeh an mijdarê de derziya nexweşiya sermayê li xwe bidin.

 

Pisporê Nexweşiyên Enfeksiyonê yê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gulhaneyê ya Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê Doç. Dr. Umit Savaşçi got: “Bi taybetî kesên ku emrê wan 65an zêdetir e û kesên ku dermankirina gurçik, nexweşiya kronîk a cegerê, diyabet, qelb, nexweşiya kronîk a pişikê û penceşêrê dibînin, ew di bin metirsiyê de ne. Ji ber vê yekê kesên ku nexweşiya kronîk bi wan re heye her sal di meha cotmeh an jî mijdarê de derziya cemidayê li xwe bidin baş e."


Umît Savaşçi da zanîn ku serma dibe sedema nexweşiyan û herî zêde enfeksiyonên grîp, serma, qirik û gewrî, guh û zatûre tê dîtin.


Savaşçi diyar kir ku piraniya nexweşiyan enfeksiyonên vîralê ne û pê de çû: “Ji bo tu enfeksiyoneke vîral pêdivî bi bikaranîna antîbiyotîkan tuneye. Mixabin ji bo gelek enfeksiyonên vîral antîbiyotîk tên bikaranîn, ev jî ji sûde zêdetir, zirarê didin bedena me.”