Îro dawî li dema bangeşeya bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê tê

Hewlêr (Rûdaw) - Îro roja dawî ya bangeşeya aliyên siyasî bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê ye, ji ber vê jî hemû partî gotarên xwe yên dawî û peyamên xwe digihînin dengderan.


Îşev saet 12ê şevê dawî li dema bangeşeya hilbijartinan tê û biryar e partiyên siyasî û hevpeymaniyên beşdar di hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de ahengên xwe yên dawî yên bangeşeyê encam bidin.

 

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî îro li bajarê Duhokê bi amadebûna serok Barzanî ahenga xwe ya cemawerî ya dawî lidar dixe û tê çaverêkirin, ku bi dehan hezar kes beşdarî ahengê bibin.

 

Herwiha Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) jî li Silêmaniyê li parka Hewarî Şar mezintirîn ahenga xwe ya bangeşeya hilbijartinan saz dike.

 

Tevgera Goran jî daxwaz ji alîgirên xwe kiriye, ku li pêşiya girê Zergete li Silêmaniyê kom bibin.

 

Komela Islamî ya Kurdistanê jî ahenga xwe li Hewlêrê demjimêr 16:00an li ber avahiya malbenda Komelê encam dide.

 

Bangeşeya hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê roja 11 Îlonê dest pê kiribû û heta demjimêr 12ê îşev berdewam dibe.

 

Komisyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê ragihandiye, ku bi dehan berbijêr û çend qeware li ser binpêkirina rênimayiyên bangeşeyê hatine cezakirin.