Li Rojavayê Kurdistanê aheng bo giştpirsiya serxwebûnê tên kirin

Qamişlo (Rûdaw) - Li taxa Xerbȋ ya bajarȇ Qamişlo bo serkeftina giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê aheng hatin li darxistin, welatȋ jȋ bi rȇjeyeke zȇde beşadrȋ wan şahiyan bȗn ȗ dilxweşiya xwe bi serkeftina giştpirsiya serxwebȗnê nȋşan dan.

 

Di çarçoveya piştgiriya encamên giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê de, li gelek bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê aheng û şahiyên kêfxweşiyê hatin birêvebirin û hêj berdewam in. Li taxa xerbȋ ya bajarȇ Qamişlo jȋ hejmarek aheng hatin li darxistin, welatȋ jȋ bi rȇjeyeke zȇde beşadrȋ wan şahiyan bȗn ȗ dilxweşiya xwe bi serkeftina giştpirsiyê serxwebȗna Başȗrê Kurdistanȇ nȋşan dan.

 

Li tevaya bajar ȗ bajarokȇn Rojavayê Kurdistanê aheng û şahî ji bo serkeftina giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê hatin lidar xistin. Li taxa Xerbî ya bajarȇ Qamişlo ahengȇn li cihȇn cȗda bi rȇve çȗn, welatiyek jȋ kȇfxweşiya xwe bi giştpirsiya serxwebûna Kurdistanȇ nȋşan dide ȗ dibȇje em jȋ li ser biryara serxwebȗnȇ erȇ dikin.

 

Welatiyê bi navê Mahir Erebo wiha got: “Em weke kurdên li vê derê ji bo piştgirya birayên xwe yên li Başûrê Kurdistanê  derketin ȗ em dibȇjin belȇ ji bo serxwebȗna Kurdistanȇ ȗ delwleta Kurdȋ. Her bijȋ serok Barzanî , em hemȗ pȇşmerge ne, bijȋ dewleta Kurdȋ.”

 

Şahȋ ȗ ahengȇn Qamişlo ji sipehȇ ve ta nȋvȇ şevȇ berdewam kirin, jinek jȋ kȇfxweşiya xwe bi serkeftina giştpirsiyê nȋşan dide.

 

Xelka Qamişlo Diya Gulbihar  jî got: “Îro rojek gelekȋ xweş e, yȇ ne Kurd jȋ bȗ Kurd, hemȗ xelk hatin vir. Miletȇ Kurd hemȗ bi Serok Mesȗd re ne, ȋnşele wȇ yekȋtiya Kurda çȇ bibe.”

 

Di nava her kolaneke bajarȇ Qamişlo de kurd dȋlan girandin, welatiyek jȋ dibȇje ku ev roj dȋrokȋ ye ȗ xewna miletȇ Kurd bȗ.

 

Welatiyê bi navê Bavȇ Silȇman jî wiha axivî: “Ji bo serxwebȗna Kurdistanȇ em kȇfxweş in. Ev rojek dȋrokȋ ye, xewna Kurd bi cȋ bȗ. Ji mȇj ve em li hȇviya vȇ rojȇ ne, bijȋ Kurd ȗ Kurdistan, bijȋ Serok Mesȗd Berzanȋ.”

 

Ji çend rojan ve, li Rojavayê Kurdistanê aheng û şahî ji bo piştgiriya serxwebûna Başûrê Kurdistanê berdewam in.