Li Erzinganê otomobîlekê li bariyerê xist: 7 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li Erzinganê otomobîlek li bariyerê qelibî û di encamê de 7 kes birîndar bûn.

Otomobîla ku M.A.D. (39) diajot li ser rêya Erzingan-Erziromê li nêzîkî Newala Sansayê li bariyerê xist.

Di qezayê de tevî şofêr G.D. (33), A.D. (1), H.D. (7), E.D. (9), M.D. (14) û B.D. (27) yên di otomobîlê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mengucek Gazî ya Zanîngeha Bînalî Yildirimê.

Hat diyarkirin ku rewşa birîndarên ku tedawiya wan dewam dike baş e.