Li Semsûrê barhilgir li hev qelibîn: Miriyek û birîndarek

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêsniyê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, du barhilgir li hev qelibîn kesek mir kesek jî birîndar bû.

Barhilgira qeşaşîrê ya ku Mehmet Yakaryilmaz diajot li nêzîk gundê Yûsûfayê yê Bêsniyê li barhilgira ku Mehmet Yildirim diajot qeliband.

Di encama qezayê de Mehmet Yakaryilmaz û Batuhan Yakaryilmaz ê li cem wî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê her du birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêsniyê.

Tevî midaxeleya li nexweşxaneyê Mehmet Yakaryilmaz canê xwe ji dest da.

Dermankirina Batuhan Yakaryilmaz li nexweşxaneyê berdewam e.