Li Başûrê Kurdistanê leşkerekî din hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê leşkerekî wan hatiye kuştin.

Wezaretê da zanîn ku ev leşker, li herêma Zap-Avaşînê ya Başûrê Kurdistanê hatiye kuştin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser kuştina leşkerê xwe daxuyaniyek belav kir.

Wezaretê ragihand leşkerê wan ê ku hatiye kuştin Taner Torun e û ew çawîşê pispor bûye.

Herwiha hat destnîşankirin ku Taner Torun ji bajarê Osmaniyeyê yê Tirkiyeyê ye.

Li aliyê din, Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê doh jî ragihandibû ku leşkerekî wan hatiye kuştin.

“Operasyona Pence-Kilîdê”

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.