Serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed Ebû Xewla ji aliyê HSDyê ve hat girtin.

Li gorî zanyariyên taybet ên Rûdawê bi dest xistine, Serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed Ebû Xewla ji aliyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hat girtin.

Li gorî heman çavkaniya ku nexwest bê eşkerekirin, girtina Ehmed Ebû Xewla bi piştgiriya hêzên Amerîkayê bûye.

Li ser vê mijarê heta niha ti zanyariyên bêhtir nehatine bidestxistin.

Li aliyê din, îro HSDyê li Dêrezorê operasyoneke nû ya li dijî şaneyên DAIŞê daye destpêkirin.

HSDyê ragihand ku armanca wê operasyonê pêk anîna ewlehiyê ye.