Asayîşa Rojavê Kurdistanê li Zindana Xwêranê ket amadebaşiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê (Asayişa Rojava) li Zindana Xwêranê ya Hesekê ketin amadebaşiyê.

Li gorî zanyariyên xwecihî yên ku ji bajarê Hesekê gihiştine Tora Medyayî ya Rûdawê, Asayişa Rojava li Zindana Xwêranê ketiye amadebaşiyê

Herwiha Hêzên Ewlehiya Hundirînê ji nişteciyên taxên başûrê wî bajarî xwest ku li malên xwe bimînin û dernekevin.

Li aliyê din, hinek rêyên wan taxên bajêr ji aliyê asayîşê ve hatin girtin.

Li gorî heman zanyariyan, Hêzên Ewlehiya Hundirîn bêyî ku sedemekê nîşan bide ji xwediyên firoşgehên taxên Hesekê xwest ku firoşgehên xwe bigirin.

Her li gorî zanyariyên Rûdawê, ti çekdarekî DAIŞê ji Zindana Xwêranê ne reviyaye.

Êvara 20ê Kanûna Paşîn a 2022yan, çekdarên DAIŞê êrişî Zindana Sînaayê ya li taxa Xwêranê ya li Hesekê kir.

Di wê zindanê de derdora 3500 girtiyên DAIŞî û 700 zarokên wan hebûn.

Roja 31ê Kanûna Paşîn a 2022yan jî, HSDyê ragihand ku hêzên wê ew zindan xist kontrola xwe.