Nêçîrvan Barzanî: Serxwebûna sîstema darazê bingeha demokrasiyê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku serxwebûna sîstema darazê bingeha demokrasiyê ye.

Nêçîrvan Barzanî ji dadgerên Kurdistanê re got, “Hûn parêzvanê maf û milkê hemû pêkhateyên civakê ne."

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 4emîn merasima derçûna Enstîtuya Dadgeran de axivî.

Barzanî amaje bi zehmetiya karê dadgeran kir û got:

Dadgerî karekî dijwar e, li ba Xwedê, wijdan, civak û mirovatiyê pêwîstî bi berpirsyariyeke mezin heye.

We karekî pir dijwar hilbijartiye, bi vê minasebetê ji we hemûyan re serkeftinê dixwazim, Xweda bi we re be û alîkariya we bike di vî karê dijwar de ku we hilbijartiye.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser wê yekê ku sonda yasayî ya 60 dadgerî ji bo Kurdistanê bûyereke girîng e û wiha berdewam kir:

“Dadwerî, baweriya bi sîstema dadweriyê ye”

“Hûn parêzvanê maf û milkê hemû pêkhateyên civakê ne. Dadwerî bingeha desthilatdariya her welatekî ava dike û parêzvanê civakê û sîstema wê ya siyasî ye.

Li welatên pêşkeftî yên cîhanê, serxwebûna sîstema dadwerîiyê, serweriya hiqûqê, baweriya bi sîstema dadweriyê pêwîstiyeke pêşîn û aqilane ye.

Ji bo herêmeke weke Kurdistanê ku di qonaxeke veguhêz a pêşketina siyasî, aborî û civakî re derbas dibe çiqasî girîng û serekî ye, êdî hûn bifikirin.

Herêma Kurdistanê armanc dike ku sîstema demokrasiyê ku ava kiriye zêdetir bihêz bike.”

“Divê daraz bi tevahî bêalî, azad û serbixwe be”

Serok Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser wê yekê ku divê darazî bi temamî serbixwe be û got:

“Serxwebûn û serweriya darazê hîmê bingehîn ê şeklê desthilatdariya rast e.

Ji bo ku hemwelatî baweriya xwe bi hiqûq, yasa û sîstemên darazê bînin, pêwîst e piştrast bin ku dê maf û hiqûqên wan werin parastin.

Ji bo daraz qanûnê bi cih bîne, edaletê pêk bîne, bibe parêzvan û garantorê mafên her kesî di heman demê de di pêkanîna rola xwe ya di avakirin û sazîkirina civakeke şaristanî û bextewar de divê bi tevahî bêalî, azad û serbixwe be.”

“Divê dadger bi xwe nehêlin kes bandorê li erkê wan bike”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku divê welatî baweriya xwe bi yasayan û cîbicîkarên wan bînin û wiha berdewam kir:

“Ev karekî pir zehmet e û berpirsiyariyeke mezin e li ser milê dadgeran.

Hûn li ba Xwedê, wijdan û mirovahiyê vê berpirsiyariyê hildigirin.

Ji ber vê yekê divê hûn bi zanebûna vê erk û berpirsyariyê tevbigerin.

Ji bo ku dadger serbixwe bin, qanûn berpirsiyariyên pêwîst dide.

Ji ber vê yekê azad û serxwebûna dadger û sîstema darazê berpirsiyariya wan bixwe ye.

Divê dadger bi xwe nehêlin kes bandorê li erkên wan bike an jî midaxeleyî erkên wan bike.

Dema welatî bi şev serê xwe bi rehetî daynin ser balîf û girêdayî yasa û welatê xwe bin, dixwazin bizanibin dadger û sîstema darazê serbixwe ye.

Dema ku ew bi rewşeke ku mafê wî tê binpêkirin re rû bi rû bimîne, divê bizane ku qanûn dê hiqûqa wî biparêze.

Nexwe eger hemwelatî ne xwediyê vê baweriyê be, tu tişt rêya rast nabîne.”

Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li dadgerên nû derçûyî kir û hêviya serkeftinê di erkê wan ê nû de xwest.