Li Sêrtê heta 15 rojan çalakî qedexe ne

Hewlêr (Rûdaw) - Li Sêrtê heta 15 rojan hemû corên xwepêşandan, meş, civîn û mîtîngan hatin qedexekirin.

Parêzgariya Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê hemû corên xwepêşandan, meş, civîn, konferansên rojnamevanî, mîtîng, konser û vegirtina konan 15 rojan qedexe kir.

Parêzgariya Sêrtê îdia dike ku bi armanca ewlehî û rêgiriya tevgera civakî hemû çalakî hatine qedexekirin.

Qedexe dê ji roja 27ê Tebaxê heta 10ê Îlonê berdewam bike. 

Parêzgariyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku dê rê neyê dayîn wan otomobîlên ku ji bo çalakiyan diçine Sêrtê, bikevin sînorê parêzgehê.

Biryara qedexekirinê, çalakiyên fermî yên ku parêzgar û qeymeqaman destûr daye li xwe nagire.