Berpirsekî Kantona Cizîrê: Diyaloga cidî bi Şamê re dest pê nekiriye
Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Kantona Cizîrê Ebdilkerîm Omer got, heta niha jî diyalogên cidî bi hikûmeta Sûriyê re dest pê nekiriye.
Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Kantona Cizîra Rojavayê Kurdistanê Ebdilkerîm Omer beşdarî bulteneke nûçeyan a Rûdaw TV bû û da xuyakirin ku heya niha danûstandinên cidî di navbera wan û Şamê de destpê nekirine.
Ebdilkerîm Omer anî ziman lê heger ew ligel Şamê dest bi diyalogên cidî bikin dê daxwaz bikin ku aliyekî gerentor hebe.
Omer da xuyakirin ku heya niha baweriya hikûmeta Sûriyê bi yekê nayê ku Sûriyeke nû û demokrat bê avakirin û nakokiyên wan jî bi hev re gelekî kûr in.
Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Kantona Cizîrê wiha axifî: “Em di wê baweriyê de ku rejîma Sûriyê hêj wekî berî 2011ê difikire û negihîşte wê baweriyê ku Sûriyeke nû û demokrat bê avakirin. Ji ber vê yekê jî heta niha di navbera me de ti gav nehatine avêtin û dûr û dirêj e heta em gaveke berçav gavêjin. Jixwe dema diyalog dest pê bikin divê aliyeke seyêmin ê garentor jî hebe. Niha tenê hinek civîn di navbera me û wan de çêdibe, ti diyalogek cidî dest pê nekiriye.”