Li Sêrtê pevçûn: Cenazeyên 4 gerîlayan birin nexweşxaneyê

Hewlêr (Rûdaw) – Di bombebarana hêzên Tirkiyeyê de 4 gerîlayan canê xwe ji dest da.

Duh li herêma Herokolê ya navçeya Berwariyê ya Sêrtê operasyona leşkerî hatibû destpêkirin.

Di nava leşkerên Tirkiyeyê û gerîlayên HPGyê de şer derket.

Balafirên şer û dronan herêma operasyonê bi awayekî dijwarî bombebaran kirin.

Piştî êrişên asmanî cenazeyên 4 gerîlayên ên di bombebaranê de canê xwe ji dest daye birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Sêrtê.

Ji wan 2 kes jin û 2 kes jî mêr in.

Ji wezîrê karên navxwe daxuyanî

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya jî ragihand ku li navçeya 4 gerîlayan canê xwe ji dest da.

Yerlîkaya di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir ku Semra Ayverdiya bi nasnavê "Benda Amed" û Seyîthan Sencerê bi nasnavmê "Baran Hemlîn", Yakup Nîşo yê bi nasnavê " Îbrahîm" û Bîşenk Durmuşa bi nasnavê "Destîna Botan" jî canê xwe ji dest daye.