Li Şirnexê çûnûhatina 11 herêman hate qedexekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qilabanê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, 11 herêm 15 rojan ji çûnûhatinê re hatin qedexekirin.

Parêzgariya Şirnexê ragihand, li navçeya Qilabanê 11 herêm bi armanca “ewlehiya neteweyî, dabînkirina aramiya giştî, rêgirtina li ber tawanan û parastina maf û azadiyên kesên din” ji 27ê Temûzê heta 10ê Tebaxa 2023an hatine qedexekirin.

Parêzgariya Şirnexê hişyariyê da welatiyan ku ji bo ewlehiya can û malên xwe neçin herêmên qedexe.

Herêmên hatine qedexekirin li ser malpera fermî ya Parêzgariya Şirnexê hatine destnîşankirin.

Artêşa Tirkiyeyê van rojên dawî li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê operasyonên xwe yên leşkerî zêde kirine û li herêmê bi berdewamî qedexeyên leşkerî têne ragihandin.