Biraziyê Sebrî Ok hate girtin!

Erbil (Rûdaw) – Huseyîn Okê biraziyê Sebrî Ok li Semsûrê hate girtin.

Huseyîn Okê biraziyê Endamê Encûmena Cîbicîkar a KCKyê Sebrî Ok, bi angaşta ku “pêwendiya wî bi Sebrî Ok, Arzu Ok û gelek endamên PKKyê re heye” li Amedê hatibû desteserkirin û ekîban paşê ew biribû Semsûrê.

Li gorî angaştan Huseyîn Ok, “di navbera PKKyê û şaxa bajaran da agahî dibirin û dianîn.”

Huseyîn Okê ku biraziyê Sebrî Ok û kurapê Arzu Okê ye piştî karûbarên li lêpirsinê bo edliyeyê hate şandin.

Dadgeriya nobedar biryara girtina Huseyîn Ok da.

Mehmet Okê birayê Sabrî Ok jî 27ê Kanûna Paşîn hatibû girtin.