Nêçîrvan Barzanî: Şîna Dayika Ayşe wek şîna xwe dizanim

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê bi boneya koça dawî ya Dayika Ayşe de peywendiyeke telefonî li gelê kurê wê encam da û serxweşî li kesûkarên wê kir û ragihand ku ew şîna Dayika Ayşe wek şîna xwe dizanin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li gel Xurşîd Osman Yûsif, kurê Dayika Ayşe peywendiyeke telefonî encam da.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di wê peywendiya telefonî de, Nêçîrvan Barzanî tevî derbirîna xema xwe ya bo koça dawî ya Dayika Ayşe, “şîna Dayika Ayşe wek şîna xwe zanî û hêvî xwest ku Xwedayê mezin giyanê wê bixe ber mîhrîbaniya xwe û sebir û dlfirehiyê bi malbat û kesûkarên wê bibexşe.”

Dayika Ayşe ku nasnav e bi Dayika Şehîdan, îro ji ber celteya dil li mala xwe canê xwe ji dest da û Serok Barzanî jî peyamak belav kir û got, “Dayika Ayşe mînaka xweragirî û azayetiyê bû. Min ew şanaziye hebû ku waneya xweragirî û Kurdayetiyê ji wê fêr bibim.””

Dr. Rizgar Îzetxan, Rêveberê Nexweşxaneya Aştî li Soranê ji Rûdawê re ragihand ku îro, 27.07.2020, Ayşe Teha Osman anîn nexweşxaneyê û got, “pizîşkan bo dema 20 xulekan hewl dan, lêbelê ti nîşaneke jiyanê tê de nemabû û berî ku bigihînin nexweşxaneyê her li malê canê xwe ji dest dabû.”

Ayşe Teha Osman ku temenê wê 94 sal û rûniştvana qezaya Soranê bû, 25ê Cotmeha sala 2014an 3 kurên wê yên bi navên Necat Osman, Ehmed Osman û Mewlûd Osman di şerekî li dijî DAIŞê de li Zumara Mûsilê şehîd bûbûn.

Roja 17ê Mijdara 2014an di merasîma ku bi boneya ‘Roja Ala Kurdistanê’ li parlamentoya Kursdistanê hat encamdan, Yûsif Mihemed, serokê parlamentoyê yê wê demê, Ala Kurdistanê û Logoya Berxwedanê diyarî Dayika Ayşe kiribûn.

Serok Mesûd Barzanî jî bi boneya koça dawî ya Dayika Ayşe peyameke serxweşiyê belav kiribû û gotibû, “Dayika Ayşe ya beheştî, mînaka xweragirî û azayetiyê bû û ji bo hemû take kesekê Kurdistanê cihê şanaziyê ye. Min bi xwe ew şanaziye hebû ku bigihim xizmeta wê û waneya xweragirî û Kurdayetiyê ji wê fêr bibim.”