Mîr Hazim Tehsîn Beg: Êzidî Kurd in û Şingal jî Kurdistan e
Hewlêr (Rûdaw) - Mîrê Nû yê Êzidiyên Kurdistanê û Cîhanê, Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku Êzidî Kurd in û navçeya Şingalê jî Kurdistan e. Herwiha Mîr Hazim Tehsîn Beg got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê tiştê dikare bo Êzidiyan kiriye û dike, lê hikûmeta Iraqê bo Êzidiyan tiştek nekiriye.”
Mîrê Nû yê Êzidiyên Kurdistanê û Cîhanê, Mîr Hazim Tehsîn Beg beşdarî bernaneya televîzyona Rûdawê ya bi navê “Rûdawa Îro” bû ku Hîwa Cemal pêşkeş dike û got: “Min îro li Lalişê wek mîrê Êzidiyan sond xwar ku ti ciyawaziyê di navbera Êzidiyan de nekim û xizmeta wan bikim û dilsozê welatê xwe bim. Ez dê ji bo çareserkirina pirsgirêkên xelkê Şingalê bi hemû hêza xwe kar ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê bikim. Beşek mezin Êzidî di bin çadiran de ne, em dixwazin ji bo wan kar bikin.”
Mîr Hazim Tehsîn Beg diyar kir ku ji sedî 80 Kurdên Êzidî ligel wî ne û piştevaniya wî dikin û divê mîrê Êzidiyan li Lalişê be û wiha pê de çû: “Min ji wan kesên ku pirsgirêkên wan hene re gotiye, piştî ku mîr cîger bû werin em bi hev re pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ew jî birayên me ne. Ew daxwaza damezrandina encûmenekê dikin. Me pêştir biryara avakirina encûmeneke bilind a Êzidiyan hebû û bo wê mebestê jî me razmendiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê yê wê heyamê Kak Nêçîrvan Barzanî wergirt. Bi îzna Xwedê em dê piştî çend rojên din dest bi damezrandina wê encûmenê bikin.”
Mîr Hazim Tehsîn Beg amaje bi wê yekê dike ku herdu desthilatên cîhanî û ayînî di destê Mîr de ne û di aliyê ayînî de dibe Serokê Encûmena Rûhanî ya Êzidiyan û got: “Pêwîst e encûmenek hebe. Ew jî 120 kesan pêk tê û bi heman şêwey parlamenterek bo Êzidiyan dibe. Endamê encûmenê dê ji hemû cîhanê bin, lêbelê piraniyan dê ji Êzidiyên Başûrê Kurdistanê bin çimkî ji sedî 80 li vir in. Êzidiyên Tirkiye, Sûriye, Ermenistan û Rûsya her yekê dê 5-6 endam hebin.”
Derbarê daxwaziyên Êzidiyan ji hikûmeta Herêma Kurdistan û Iraqê de Mîr Hazim Tehsîn Beg got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê û xelkê Kurdistanê gelek alîkariya Êzidiyan kiriye. Em spasiya wan dikin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê tiştê dikare bo Êzidiyan kiriye, lê hikûmeta Iraqê bo Êzidiyan tiştek nekiriye. Em pê dilxweş dibin hikûmeta Iraq û hikûmeta Hewlêrê pirsa Şingalê çareser bikin û Şingalê bo me bikin parêzgar da ku careke din ew karesat biser me de neyê.”
Derbarê ew kesên ku dibêjin Êzidî ne Kurd in de jî Mîr Hazim got: “Êzidî weke olî Êzidî ne, lê wek netewe Kurd in. Ev yek negotina min e, bavê û bapîrên me wiha gotine. Ew kesên dibêjin Êzidî ne Kurd in, kêmtirî ji sedî 20 in û ew jî baweriya wan e. Şingal jî înşalleh dibe Kurdistan.”
Mîrê Kurdên Êzidî daxwaza cîbicîkirina madeya 140 ya destûra Iraqê dike ku ew madde taybet bi yekalîkirina çarenûsa navçeyên Kurdistanê yên dervey îdareya Herêma Kurdistanê ye.
Derbarê geliyên Nadya Murad ên hikûmeta Kurdistan û Iraqê li ba Serokê Amerîkayê Donald Trump kirîbû de got: “Nadya Murad bûye sembola Êzidyan û rêza min ji wê re heye û xwuşka me ya dilovan e, lê ez ligel helwesta wê nînim. Pêwîst e bizane çawa derdê xwe bibêje. Nabe bibêje Hewlêr û Bexda li ser Şingalê şer dikin. Dikarî bibêje ku bila Hewlêr û Bexda pirsa Şingalê çareser bikin.”
Duh Şemiyê di merasimekê olî ya taybet de li Perestgeha Lalişê, Hazim Tehsîn Beg, kurê Mîr Tehsîn Beg, weke Mîrê Nû yê Êzidiyan hate hilbijartin û weke mîr sond xwar.
Desthilatên Mîrê Kurdên Êzdî
Herdû desthilatên dinyayî û ayînî di dest de ne
Serokatiya Encûmena Rûhanî ya Kurdên Êzdî ye.
Berpirsê serekî yê Perestgeha Laleş e.
Berpirsê serekî yê rêûresmê Tawûs e.
Berpirse di pêkanîn û rêkxistina rêûresmên ayînî ye.
Berpirsê kar û xêra salane ya xelkê ye.
Berpirsê serok hozên Kurdên Êzdî û destnîşankirina wan e.
Nûneratiya Kurdên Êzdî li navxwe û derve dike.
Berpirsê çareserkirina pirsgirêkên hozên Kurdên Êzdî û pirsgirêkên wan ligel hozên navçeyê.
Jiyannameya Mîr Hazim Tehsîn Beg
Hazin Tehsîn Seîd Elî, kurê mîrê berê yê Êzidiyan e.
Di sala 1963an de li devera Baedrê ji dayik bûye.
Hazim Tehsîn Beg zewiciye û keçek û du kurên wî hene.
Li Fakulteya Çandiniyê li Zanîngeha Bexdayê xwedniye.
Ji sala 1989an ve, bo rêvebirina karûbarên mîrîtiyê, alîkarê bavê xwe bûye.
Endamê xûla sêyem a Parlamentoya Kurdistanê bûye.