Partiyên kurdî operasyonên Tirkiyeyê şermezar kirin

Amed (Rûdaw) - Piştî ku artêşa Tirkiyeyê baregehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên li Başûrê Kurdistanê bi balafiran bombebaran kir, partiyên Bakûrê kurdistanê li ser vê yekê nerazîbun nîşandan. Partiyan amaje kirin ku pêwîst e di vê serdemê de stratejiyeke hevpar a kurdan hebe.

Partiyên Kurdistanî yên Bakûrê Kurdistanê li ser operasyonên balafirên şer ên Tirkiyeyê helwestên xwe eşkere kirin. Partiyan bang kir ku pêwîst e demildest operasyonên artêşa Tirkiyeyê rawestin û kurd di bin sîwaneke netewî de bibin yek.

 

Partî di wê baweriyê de ne ku pirsgirêka ku bi salane bi rêbazên leşkerî nehatiye çareserkirin dê dîsa bê encam bimîne û çareserî jî zemîna diyalogê ye.

 

Siyasetmedarên kurd helwesta dewleta Tirkiyê şermezarkirin û bang li hêzên kurd kirin ku pêwîst e ji durî tundiyê kurd siyaseteke hevbeş bimeşînin.

 

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD),Partiya Demokratîk a Gelan (HDP),Partiya Herêmên Demokratîk (PHD) û Kongreya Demokratîk a Gelan (KDG) jî di daxuyaniyeke hevpar de amaje kirin ku ew rê nadin ku şer derkeve.