Serok Barzanî: Hêvîdar im ev cejna pîroz bibe sedema aramî û yekîtiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî bi boneya Cejna Qurbanê peyamek belav kir û got “Hêvîdarim ev cejna pîroz bibe sedema aramî û yekîtiyê li herêma me û seranserê cîhanê.”

Serok Mesûd Barzanî bi helkefta Cejna Qurbanê peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de wiha dibêje:

“Bi helkefta hatina Cejna Qurbanê ya pîroz, pîrozbahiyê li hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.

Ez pîrozbahîyê li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû hevwelatîyên xweştivîyên Kurdistanê dikim.

Di vê helkefta pîroz de daxwaz ji Xwedayê mezin dikim ku xêr, bereket û selametiyê ji bo hemû xelkê Kurdistanê bîne. Hêvîdarim ev cejna pîroz bibe sedema aramî û yekîtiyê li herêma me û seranserê cîhanê.

Cejna we pîroz be û her di xweşiyê de bin.”