Heciyên Rojavayê Kurdistanê derbasî Herêma Kurdistanê bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Heciyên Rojavayê Kurdistanê sînor derbas kirin û hatine Başûrê Kurdistanê. Li ber deriyê sînorê Pêşabûr-Sêmalka xatir ji malbatên xwe xwestin û nan û xwê li hev helal kirin.

Îro Duşemê 27ê Hezîrana 2022an 41 kes ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Herêma Kurdistanê bûn lê hejmara giştî 226 kes in. Ew ê ji Hewlêrê berê xwe bidin Mekkê, wê Heca xwe bikin, bibin Hecî û vegerine Kurdistanê.

Welatî Hilwa Mihemed Hesen got, “Me navên xwe pêrar nivîsandibû û ji me re derket û me got em ê herin. Zarokên min mezin in, kes li pişt me nemaye. Ez ê duayan ji hemû Misilmanan û ji Mesûd Barzanî re bikim.”

Welatî Efîfe Hecî Mûrad jî kêxweşiya xwe anî ziman, “Merivên me hemûyan gotine ji me re duayan bikin, em ji hemû Misilmanan re duayan dikin, Xwedê heca me qebûl bike. Xwedê avekê li vî agirî bike û fitneyê ji dinyayê derxîne. Xwedê Kurdistanê ser bixe.”

Rêwiyên hecê piştî ku serdana mirov û kesûkarên xwe yên li Herêma Kurdistanê bikin û çend rojan li cem wan bimînin dê 2ê Tîrmehê ji Firokexaneya Hewlêrê ber bi Erebistana Siûdiyê bi rê kevin.

Welatî Egîd Mihemed Seîd Emîn got, “Em ê heta 2ê mehê bimînin(li Herêma Kurdistanê), firokeya me 2yê mehê ye. Em ê li vir cem dost û merivên xwe bin, mîvanê Herêma Kurdistanê bin. Xwedê ji ên ku alîkariya me kirin razî be, em spasiyan wan hemûyan dikin, her du aliyan jî pirsgirêk ji me re çê nekirin û bûn alîkar.”

Serpereştyarê Koma Heciyan Îbrahîm Ebdulmecîd behsa rêkaran kir û anî ziman, “Hikûmeta îsal kesên jêr 65 salan qebûl nake. Kesên ku niha hatine berî Koronoyê 2020an navên xwe tomar kiribûn, ji ber Koronayê 3 salan rawestiyabû niha dîsa dest pê kir.”

Heciyên Rojavayê Kurdistanê cara yekem sala 2019an bi rêya Herêma Kurdistanê çûbûn hecê ku 121 kes bûn. Piştre ji ber virûsa Coronayê Siûdiyê hecî qebûl nekiribûn û du salan rawestiya bû.

Heciyên Rojava piştî ku 20 rojan li Mekkeyê û 6 rojan li Medîneyê bimînin dê dîsa bi rêya Herêma Kurdistanê vegerin Rojavayê Kurdistanê.